Print this page

PYD kêlgeha petrolê ya Rimêlan radestî rejîma Sûriyê dike

1:25:59 PM

RojavaNews: Rêveberiya PYD baskê PKK li Kurdistana Sûriyê  kêlgeha petrolê ya bajarê Rimêlan bi temamî radestî rejîma Sûriyê kir.

Li gor jêderekî ragehand ku, rêveberiya PYD û baskê wê yê leşkerî YPG li bajarê Rêmêlan Rêveberiya kêlgeha petrolê ya wî bajarî bi temamî radestî Rêveberiya kêlgehên petrolê ya Parêzgeha Hesekê ya ser bi Wezareta petrolê di hikumeta rejîma Sûriyê de kir.

Heman jêderî da zanîn ku, ew radestkirin ji girêbestên xizmetguzarî, kirîfirotin, mûçeyên karmendan, berhem û veguheztinê pêkdihat, tekez kir ku, rêkeftina her du aliyan di civîna wan ya roja Sêşema borî 4.07.2017de bû .