Print this page

Şandeke Rûsî – Îranî serdana Efrînê kir

13:17:23

 

Rojava News: Îranî serdana Efrînê kiri û daxwaz ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser kir, YPG ji gundên Erebnişîn vekişe û radestî rêjîma Sûriyê bike.

Piştî gefên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê, ku ji Cejna Remezanê gundên Efrînê û devera Şehba topbaran dike û amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê dike. Şandeke hevbeş a Rûsî û Îranî serdana Efrînê kir.

Li gor jêderên ku ji bajarê Efrînê ketine destê K24ê, şanda Rûsî – Îranî ligel PYD û Rêveberiya Xweser civiyan û daxwaz kir, YPG ji wan gundên Erebnişîn yên ku di sala borî de kontrol kirine vekişe û wan gundan radestî rêjîma Sûriyê bike.

Hêza Sûriyeya Demokratîk di destpêka meha Sibata 2016an bi operasyonekê firokxaneya leşkerî ya Minigê û çend gundên derdora wê firokxaneyê  ji Eniya El-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şam ve, kontrol kiribûn.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê berê yê ragihandinê di Desteya Cibicîkar li Efrînê Rêzan Hido jî li ser hejmara xwe tûra pêwendiyên civakî tekez kir, şandeke Rûsî – Îranî serdana Efrînê kiribû û ligel berpirsên Efrînê civina.

Berî niha jî Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandibû Rûsya û rêjîma Sûriyê rê didin Tirkiyê ku destêwerdanê û topbarankirina gundên Helebê bike, bêyî ku helwestekê diyar bikin. Ji wê jî diyar dibe ku hevahengiyek di bin masê re di navbera wan her sê welatan (Sûriye, Rûsya û Tirkiyê) de heye.