7:09:55 PM
RojavaNews: Civata Bilind a Referandûma Başûrê Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û li ser 3 xalan biryar wergirt.
Îro Şemiyê (08-07-2017), li Pîrmamê, di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdarbûna nûnerê partiyên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî civîna Civata Bilind a Referandûma Başûrê Kurdistanê hate sazkirin.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de piştî nirxandina rewşa siyasî, pêşhateyên dawîn, nirxandina helwesta civaka navdewletî û pêvajoya siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê, li ser 3 xalan biryar hate dayîn.
Biryara yekemîn, pabendbûna biryar û raspartinên civîna 7ê Hezîrana 2017ê ye, ku di wê civînê de biryar hatibû dayîn di 25ê Îlona 2017ê de referandûm li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê were kirin. Herwiha pisrgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê werin çareserkirin û rewşa jiyana aborî ya gel were başkirin.
Di xala duyemîn de hate gotin, ku ji bo pêngavên pratîkî yên amadekariyên referandûmê, nexşerêya karên Civata Bilind a Referandûmê û komîteyên binî hatine diyar kirin.
Herwiha xala sêyemîn jî ew e, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve, bi hemahengiya li gel Komîsyona Bilind a hilbijartin û Rapirsiyan û aliyên pêwendîdar, pêwîstiyên birêvebirina referandûmê pêşwazî bike.