Print this page

McGurk ji bo Barzanî: Em rêzê ji biryarên gelê Kurdistanê re digrin

11:27:19 AM

RojavaNews: Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk got, ku ew rêzê ji biryar û daxwaza gelê Kurdistanê re digirin.

Roja Şemiyê 08.07.2017ê li Hewlêrê,  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ya ji bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînekê de McGurk behsa mêrxasiya pêşmerge û gelê Kurdistanê ya di şerê li dijî DAIŞê de kir û hevahengiya navbera pêşmerge û Arteşa Îraqê ya di operasyona azadkirina Mûsilê de bilind nirxand.

McGurk hêvî xwest, ku diyalog û danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan dest pê bikin û Amerîka jî di vê çaçroveyê de, amadeya alîkariya herdu aliyan bike.

Nûnerê Serokê Amerîkayê ya ji bo şerê li dijî DAÎŞê got, ku bi tevî têbîniyên wan ên li ser dema encamdana referndûma serxwebûna Kurdistanê, lê ew rêzê ji biryar û daxwaza xelkê Kurdistanê digirin.

McGurk got: “Herem bi giştî di rewşeke dijwar û aloz de derbas dibe û pêwîst e hemû alî zêdetir danûstandinan li ser vê pirsê bikin.”

Ji aliyê din ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariyên berdewam ên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê  kir û got, ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû pirsan bi rêya diyalog û danûstandinê bi Bexdayê re çareser bike.

Barzanî diyar kir: “Mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye li ser paşeroja xwe biryarê bide û çarenivîsa xwe diyar bike. Ji bo vê armancê gelê Kurdistanê xebat, tekoşîn û gelek qurbanî dane.  Ev çend sal e hikûmeta Iraqê destûr bi cî nekiriye. Lê tevê vê jî pêwîste diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bike û welatên hevpeyman ji bo çêkirina vê diyalogê rola xwe rabin.”