Print this page

Nêçîrvan Barzanî beşdarî Kongreya Petrolê ya Cîhanê dibe

12:21:53 

Rojava News: Îro 22emîn Kongreya Petrolê ya Cîhanê li Stenbolê bi rê ve diçe û sibe şandeke Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê beşdariyê di wê kongreyê de dike.

îro 22emîn Kongreya Petrolê ya Cîhanê li Stenbolê dest bi karên xwe dike. Biryar e sibe Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî kongreyê bibe.

Gelek serkirdeyên siyasî yên cîhanê wek Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û Wezîrê Anerjiya Rûsyayê Alexander Novak, herwiha kompanyayên bi navûdeng ên cîhanê beşdarî kongreyê dibin û tê de berhemanîna wize (Anerjî) û pêşeroja bazara petrolê tên gotûbêjkirin.