Print this page

2 endamên PDK-S ê serbest ji zîndanên PYD ê hatin berdan

RojavaNews : Piştî 2 rojan ji lêborîna giştî li Efrînê 2 endamên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya serbest hatin berdan .

Siyamend Birîm û Beyazîd Memo serbest hatin berdan û niha gehiştine malên xwe û PYD soz daye berpirsên PDK-S li Efrînê ku girtiyên wan yên din roja Yekşemê werin berdan .

îro di encama lêborînê de jibilî herdu endamên Partiya PDK-S , 8 kesên din ku ne girtiyên siyasî ne hatin berdan .

serokatiya encumena cîbecîkar ya kantona Efrînê ya ku PYD û hevalbendên wê li Rojavayê Kurdistanê ragihandine , berî 2 rojan bi boneya salvegera avakirina kantona xwe biryara lêborîna giştî derxistibû .

berî sal û nîvekê li navendên ewlekariya leşkerî û ewlekariya siyasî li Efrînê teqîn çêbibûn û di encam de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û nêzîkî 40 endamên El-partî li Efrînê hatibûn girtin bi tometa pêkanîna teqînên herdu navendên ewlekariya leşkerî û ewlekariya siyasî û dadgeha gel ya PYD li Efrînê 10 salan zîndan li ser wan hukim kiribûn .