Print this page

Mesûd Barzanî û Heinz Fischer civiyan

Rojava News: Serokê Komara Avusturyayê Heinz Fischer îro piştî nîvro pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şandeke ligel kir.


Di hevdîtinê de, çawaniya mekanîzmaya hevkarîkirina Pêşmergeyên Kurdistanê û penaber û koçberên ku niha li Herêma Kurdistanê ne hat gotûbêjkirin daku Avusturya di warê pratîkê alîkariyê bighîne Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.


Heinz Fischerê 77 salî, wek dostekî qedîm ê Barzanî bi xwe û gelê Kurdistanê tê hesabkirin. Di hevpeyvînekê de Barzanî derbarê Serokê Avusturyayê de dibêje: ‘’Hevnaskirina min û Fischer a 30 sal berî niha ye.’‘


Di civîna Barzanî û Fischer de, daxwaz ji Avusturya hat kirin ku zêdetir alîkariya lojîstîkî û mirovî bighîne Herêma Kurdistanê.


Piştî beşdarbûna Konferansa Ewlekariya Cîhanî li bajarê Munîh ê başûrê Elmanyayê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Fransayê kir û ligel Serokê Fransayê François Hollande û berpirsên din ên wî welatî civiyan. Piştre ber bi Avusturya birê ket û tê çaverêkirin ku Barzanî serdana çend welatên din jî bike.