Print this page

Mesûd Barzanî çû Brukselê!

14:27:01

 

Rojava News:  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ber bi Beljîka-Ewropa ve bi rê ket.

Serok Barzanî qasekî beriya niha bi rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê berê xwe da paytexta Beljîka, Brukselê.

Barzanî dê bi rayedarên Beljîkî û Ewropî re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê bike û ji wan bixwaze piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Şandeka dîplomatîk û polîtîk jî bi Barzanî re ne.

Roja 8 vê mehê Encumena Bilind ya Referandomê bi serokatiya Barzanî civiyabû. Di wê civînê de biryar hatibû dayîn sê şand bo hevdîtinên referandomê pêk bên. Yek bo hevdîtina bi Bexdayê re, yek bo hevdîtinên bi Tirkiye û Îranê re ya din jî bo hevdîtinên bi Amerîka û welatên Ewropî re.