13:45:24
Rojava News: Serokê herêma Kurdistanê ragehand, helwêsta hikûmeta Belçîka derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de pir baş e!
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda bilind a encûmena referandomê piştî hevdîtina li gel cîgirê serokwezîrê Belçîka Jan Jambon daxuyaniyek kurt dan çapemeniyê û cîgirê serokwezîrê Belçîka ragehand: ‘’Civîn pir baş bû û gelê Kurdistanê mafê xwe ye biryar derbarê çarenivîsa xwe de bide.’’
Jan Jambon ragehand, hikûmeta Belçîka nikare axaftinê li ser mafê referandoma serxwebûna gelê Kurdistanê bike, ji ber ew pirseke navxwe ya Kurdistanê ye.
Cîgirê serokwezîrê Belçîka amaje bi vê yekê jî kir, ku hikûmeta wan dê li benda encamên referandoma serxwebûna Kurdistanê be û piştre dê helwêsta xwe ragehanîne.
Herwaha serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ragehand, di civînê de li gel hikûmeta Belçîka peyama gelê Kurdistanê gehandine wan û civîn jî pir baş derbas bûye.
Mesûd Barzanî ragehand: ‘’Helwêsta Belçîka ya derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de pir baş û erênî bû.’’