12:33:00
Rojava News: Di encama êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser herêma Efrîn û Şehbayê de 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan, 15 kes birîndar ketin û gelek ziyanên aborî jî di encama topbaranê de çêbûye.
Zarokê bi nave Omer 12 salî lingê xwe di vê nexweşxanê de winda kir.
Omer ji xelkê gundewarê Şehba ye, dema ku topbaranê destpêkiriye ew û malbata xwe di nav zeviyên xwe de pale dikirin, rokêtek li wan ket, bavê wî canê xwe jidest da û ew û malbata xwe jî birîndar bûn.
Heta niha di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya bi ser herêma Efrîn û Şehbayê de 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 15 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Li gor Rêvebariya Nexweşxaneya Avrînê ku hin ji wan rewşa wan ya tenduristî di metrisiyê de ne.
Artêşa Tirkiyeyê ji 6ê Tîrmehê ve bi aweyekî tund dest bi topabarana Efrînê dike û gefan lê dixwe ku ew derbasî herêmê bibe.