Print this page

Barzanî: Pêşmerge 30 hezar km xak kontrol kiriye

12:46:39

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di civînekê de li Parlamentoya Ewropayê ragihand, di şerê li dijî DAIŞê de Pêşmerge 30 hezar kîlometr ax kontrol kiriye û 15 hezar çekdarên DAIŞê jî kuştine.

Mesûd Barzanî ku tevî şandeke pilebilind a ji Başûrê Kurdistanê bi serdanekê li Ewropayê ye, îro bi Serokê Komeleya Dostên Kurdistanê li Parlamentoya Ewropayê Charles Tannock û hejmarek berpirs û parlamenterên ewropî re hevdîtin pêk anî.

Barzanî herwiha di vê hevdîtinê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de li ser du tewerên sereke, sazdana referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê û beşdariya Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û terorîsmê de axivî.

Barzanî ragihand, Hêza Pêşmerge kariye di şerê li dijî DAIŞê de zêdetirî 30 hezar kilometer ax ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike û zêdetirî 15 hezar çekdarên DAIŞê jî bi destê hêzên pêşmerge hatine kuştin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, di şerê li dijî DAIŞê de 1 hezar û 745 pêşmerge şehîd bûne, 10 hezar û 69 pêşmerge birîndar bûne û 63 pêşmerge jî êxsîr an jî winda ne.

Derbarê referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê de jî, Mesûd Barzanî got: “Em dê derbarê referandumê û cudabûnê li gel Iraqê gotûbêj bikin, me hewl daye, li gel Iraqê bijîn, lê belê padaşta Kurd bi dijatiyê hatiye dan, ji ber wê em dixwazin li gel Iraqê weke du cîranên baş bin.”

Barzanî tekez kir, referandum dê bibe sedema aramiya deverê, lê belê eger Herêma Kurdistanê cuda nebe, renge rastî şerekî xwînbar bibin, çimku bi gotina wî ti pabendbûnek bi destûra Iraqê nebûye.