Rojava News: li Kobanî di 24 saetên dawî de 7 gundên din hatine rizgarkirin û gellek çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPGê derbarê şerê 24 saetên dawî yê Kobanî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şerê Kobanî ketiye roja xwe ya 151ê.
Li gor hatiye zanîn; Duh li başûre Kobanî li hemberî çekdarên DAIŞê operasyonek lidar xistin û gundên Gablek, Feyad, Bilêk, Qoçlîya Jêrîn, Zinarê Kûl û Xerab Xel hatin hedef girtin.
Di encamê de 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ew gund jî hatin rizgarkirin.