Rojava News: Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike, li herêma Hesekê ya Sûriyê bi êrîşeke asmanî li xaniyên niştîngeha Kişkiş Cabur a başûrê bajarê Şedadiyê xist.
Televizyona dewletê ya Sûriyê SANAyê bi zarê çavkanîyên herêmî ragihand, balafirên hêzên hevpeymaniyê li herêma Hesekê li xaniyên niştîngeha Kişkiş Cabur a başûrê bajarê Şedadiyê bombebaran kiriye.
Di daxuyaniyekê de hat gotin, di encama êrîşê de 2 jê jin bi tevahî 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hêzên hepeymanîyê gelek caran bi kuştina sivîlan têne tawanbarkirin ku hefteya borî jî di encama êrîşeke ser gundê Kişkiş Zeyanatê 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû.