Print this page

Peyrewa navxweyî a Lêvgera Siyasî

Rojava News: Reşnivîsa peyrawa bingehîn ya lêvegera siyasî ya kurd li Rojavayê Kurdistanê ku civîna duh ya bajarê Qamişlo de hatibû pesendkirin dibêje lêvegera siyasî ya kurd li Rojavayê Kurdistanê desteyeke siyasî ji nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û nûnerên Partî û rêxistinên dervey wan herdu encumenan û li gorî peymana Duhokê ya ku di roja 22 -10-2014 de hatî imzekirin û peymana ku piştre hatî imzekirin di roja 24 – 1 – 2015 de ji bo nexşandina istratîcî û siyasî ya giştî û yekxistina helwesta kurd di hemû aliyên girêdayî gelê kurd li Sûriyê .

 

Reşnivîsa peyrawa bingehîn ya lêvegera siyasî ji 8 beşan pêk tê ku ew 8 beş jî ji 17 bendan pêk tê û ew jî evin :

 

Beşê yekê : Pênasîn :

1- navê lêvgerê : Lêvegera siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistan – Sûriya .

 

2- Diruşma lêvegerê : Hîn tu diruşim jêre nehatiye danîn wê di civîna roja 19 vê mehê de bê diyarkirin .

 

 

3- Cihê lêvegerê : Qamişlo .

 

 

Beşê duyem yê reşnivîsa lêvegerê li ser erk û armancên lêvegerê ye .

 

 

4- Lêvegera siyasî rêkeftina herdu encumenên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ya Kurd di roja 23-11- 2012 dike bingeh û Sûriyak yekgirtî , Te’edudî , Demokratî , perlemanî û jinû avakirina dewleteke yekgirtî fêdralî ku têde mafê hemû pêkhatiyan bê parastin .

 

 

5- Kar ji bo bi hêzkirina peywendiyên Kurdistanî û pêşxistina karê hevbeş û rêxweşkirin ji bo li darxistina kongreya netewiya kurdî .

 

6- Rêzgirtin li mafê mirovan û azadiya giştî li gorî peymanên navdewletî û parastina aştiya sivîl û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhatiyan de .

 

 

7- Kar ji bo cîbecîkirina peyama Duhokê .

 

 

Beşê siyem jî taybete bi pirensîbên giştî û ew jî ji 2 bendan pêkhatiye .

 

8- Hemû endamên lêvegera siyasî wek hevin di erk û mafan de .

 

 

9- Endamê lêvegera siyasî xwedan gerentiya yasayî ye ( Hesana qanonî ) .

 

 

Beşê çarem yê reşnivîsa lêvegera siyasî taybete bi şêweyên karkirin û rêxistina civîna ne ku ji 4 bendan pêk tê .

 

10- Hemû biryarên lêvegerê bi tewafuqî wê bên dayîn û ferze li ser hemû pêkhatiyên wê .

 

 

11- Eger 75 % ji endamên lêvegerê amade bibin nisaba civînan yasayî ye .

 

 

12- Lêvegera siyasî wê her 15 rojan bicive , ji bilî civînên istisna’î ku di dema pêwîst de wê bicive .

 

 13- Wê her 3 mehan 3 endamên lêvegerê karê birêvebirina lêvegerê bike .

 

 Beşê pêncem yê reşnivîsa peyrawa bingehîn ya lêvegera siyasî li ser ofîsên lêvegerê ye ku tenê ji bendê 14 pêk tê ew jî mafê lêvegerê ye ku komît û ofîsan ji xwe re ava bike ew jî li gorî pêwîstiyê ye .

 

 Beşê şeşem yê wê reşnivîsê taybete bi rakirina endamîtiyê li ser endamên lêvegerê ye ku ji bendê 15 pêk tê ku dibêje :

 

1- Dest ji kar vekişandin .

 

2- Encamdana tawanekî .

 

3- Eger endamê lêvegerê 3 civînan li ser hev bê behane amade nebe .

 

4- Derxistina biryarekî di derheqê endamekî di hundirê pêkhatiya wî de , ew jî dive di civîneke fermî ya lêvegerê de bê behiskirin .

 

Beşê heftem taybete bi budce û aliyê darayî yê lêvegerê ye ku ji madeya 16 pêkhatiye û dibêje lêvegera siyasî wê perepêdana xwe ji rêveberiya xweser û alîkariyan werbigre .

 

 

Beşê heştem ji fermanên giştî ( Hukmên giştî ) pêktê , ew jî ji madeya 17 pêktê û dibêje dive 75 % ji endamên lêvegerê razîbin heta ku guhertin di fermanan de bên kirin .