Print this page

Çekdaran endameka partiya Yekîtî revandin

13:28:45

 

Rojava News: Grûpeke çekdar endameke partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li Girê Spî revand.

Li gorî agahiyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, endama partiya Yekîtî, Rodya Îsmaîl Îbrahîm ya li Girê Spî, piştî ku ji Tirkiyê vegeriya, ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin.

Malbata Rodya Îsmaîl Îbrahîm ragihand, ku wê koma çekdar êrişî mala wan kirine, û keça wan revandine.

Herwiha li gorî zanyariyan, piştî demekê ew endama partiya Yekîtî bi birîndarî li nexweşxaneya Kobanî hat dîtin.

Rodya Îsmaîl ji gundê Qizil Elî yê ser bi bajarê Girê Spî ye û di sala 1992an de ji dayik bûye.

Berî 2 rojan jî li Kobanê baregeha Partiya Yekîtî ya Demokratî ya Kurd li Sûriyê “Wihdê” rastî êrîşekê hat, ala Kurdistanê ji wê baregehê hate daxistin.