14:04:09
Rojava News: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro radigihîne, ew gotegotên ku dibêje Serokê ENKSê hevdîtin ligel grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve kiriye, ne rast in û ti bingeh jê re tune ne.
Serokî ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, her ku ENKSê çalakiyekê bike, yan PYD planekê li dijî ENKSê bike, di ber re propagandekê li ser ragihandinê çê dike. Gotina ku ENKSê çûye Cerablusê û hevdîtin ligel grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, ne dûrî rastiyê ne û ti bingeh jê re tune ye.
Biro diyar kir, PYDê bixwe jî negotiye ka kengî û çawa ev hevdîtin çê bûye, tenê xwastine li dijî ENKSê û serkirdayetiya wê propagandekê çê bikin.
Di çend rojê borî de ragihandina nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk gotibûn ku Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li bajarokê Cerablusê ligel grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike hevdîtin kiribû û ew grûp li dijî hêzên li Rojava sor kiribû.
Derbarê pêwendiyên ENKS û Tirkiyê de, Biro da zanîn, wan wek ENKSê çend caran bi Wezareta Derve ya Tirkiyê civiya ne.
Biro got jî, gelek aliyên navdewletî wek Amerîka, Rûsya , herwiha Tirkiye, Îran, Hizbulaha Libnanî û PKKê destêwerdanê di karûbarê Sûriyê û Kurdistana Sûriyê de dikin û ew hemû alî jî gunekar in.