14:18:39
Rojava News: Li gorî daxuyaniya rêveberê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê ragihand ku bi hevkariya xêrxwazan 3 keçên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê ragihand ku bi hevkariya xêrxwazan Xidir û Berekat careke din me 3 keçên kurdên êzdî ji taxa Abar a bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar kirin û niha li Dihokê li nava malbatên xwe ne.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê Hisên Qaidî ragihand ku 3 keçên kurdên êzdî yên ku hatine rizgarkirin xelkê Şingalê ne û bi navê Sozan, Zehre Heyder Seîd ji xelkê Solaxê ne li qeza Şingalê û Ehlam Xêro Hecî keçeke zaroke ji xelkê Herdanê li qeza Şingalê ye, her 3 bi piştevaniya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê hatin rizgarkirin.
Hisên Qaidî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku heta niha 3 hezar û 60 revandiyên kurdên êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û dê li ser rizgarkirina ewên mayîn jî berdewam bin.