01:48:50
Rojava News: Artêşa Tirkiyê gundên li derdora Efrînê topbaran kir û çend top jî ketin nav bajarê Efrînê.
Çavkaniyek ji bajarê Efrînê ragihand, ku îro 15ê Tîrmeha 2017an piştî nîvro, Artêşa Tirkiyê dest bi topbarana Efrînê kiriye û ji ber topbaranê çend welatî birîndar bûne.
Herwiha heman çavkanî diyar kir, ku Tirkiyê gundên derdora Efrînê yên bi navê Qestel Cindo û Qetme topbaran kirine û çend top jî li bajarê Efrînê ketine.
Herwiha duh bi şev medyaya Tirkiyê ragihand, ku 8 wesayîtên barhilgir ên leşkerî ku li ser wan tank û topavêjên cûreya “Obus” hebûn, ji parêzgeha Dîlokê ber bi bajarê Kilîsê bi rêketine û li navçeya Musabeylî ya Kilîsê bi cih bûne.
Li Tirkiyê di nav du hefteyan de sê karwanên leşkerî yên bi çekên giran, ber bi deverên sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê hatine veguhastin û herwiha hêzeke mezin a leşkeran jî li ser sînor hatine bicihkirin.