20:00:58
Rojava news: Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê vê carê bajarê Efrînê dide ber topan.
Îro, 16.07.2017 4 topên Artêşa Tirkiyê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, îro ji demjimêr 16:30 ve piştî nîvro li bajarê Efrînê ketin.
Heta niha ti ziyanên ji encama wê topbarana Artêşa Tirkiyê ve nehatiye zanîn.
Herwiha li gor heman çavkaniyê duh jî Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gundên Qestel Cindo, Qitmê Stêr topbaran kiribû, di encamê welatiyekî sivîl canê xwe jidest da û welatiyekî din jî birîndar bûbû.
Ev topbarana bajarê Efrînê tê, ku di van du rojên dawî de artêşa Tirkiyê 7 wesaîtên topbarankirinê ya bi cûreya Obûs û hejmarek tank li bajarê Kîlîsa Bakurê Kurdistanê li hember herêma Efrînê bicih kiribûn.