12:46:46
Rojava News: Asayîşa bi ser PYDê serdanên ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S û serkirdeyê ENKSê Ebdurehman Apo qedexe kiriye, û daxwaza hevjina wî jî ya ji bo serdanê redkirine.
Li gor ku hatiye zanîn; Asayişa Efrînê ya PYDê di destpêkê de ji hevjîna Abdurehman Apo re gotiye, ku Apo li cem wan e, piştre jî gotine haya wan ji wî tine ye, dibe ku ew li bargeha sereke ya zîndanan be.
Hevjîna Apo yê berpirsê PDK-Sê çûye beşa Rêveberiya Zîndanan, lê belê qedexe kirine ku ew hev bibînin.
Li gorî zanyariyan, berpirsên Zîndanên Efrînê yê PYDê ji hevjîna Ebdurehman Apo re gotiye, ku ew niha di bin lêpirsînê de ye û kesek nikare wî bibîne.
Heman jêderê tekez kir, ku asayişê dest daniye ser hemû telefon, kompiyoter û telefona hevjîna Apo û gelek tiştên din.
Bi gotina çavkaniyê ji Efrînê ve herwiha Asayişa PYDê dest danîne ser hesabên Abdurehman Apo yên di torên weke Facebook, Viber, Whatsappê û wan hesaban bi kar tîne û bi aktîvhîştina hesabên wî dixwaze hemû pêwendiyên wî yên siyasî û civakî bi dest xwe ve bîne û li dijî wî bi kar bîne.