14:18:54
Rojava News: Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di dema derbasbûna otomobîla leşkerî de bombeyek teqiya û di encamê de 17 leşkerên Artêşa Tirkiyê birîndar bûn.
Îro beriya nîvro 17-07-2017, li bajarokê Esendere ya Geverê, di dema derbasbûna otomobîlên leşkerî de bombeyeke vedayî teqiya.
Artêşa Tirkiyê derbarê bûyerê de ragihand, di encama teqînê de 4 jê giran, 17 leşkerên wan birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê leşkeên birîndar ragikirine nexweşxaneyan û li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.