01:15:10
Rojava News: Hat îdiakirin ku Serokê DAIŞê Ebû Bekir el Bexdadî bi ihtîmala sedî 99ê sax e û li bajarê Reqayê xwe vedişire.
Rayedarê Şaxa Têkoşîna li dîjî terorîzmê yê Herêma Kurdistanê Lahûr Talabanî ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku Serokê DAIŞê Ebû Bekir el Bexdadî sax e.
Li gorî ragihandina Talabanî îhtîmala sedî 99 Bexdadî sax û xwe li Reqayê vedişire.
Rûsyayê eşkere kiribû ku di êrişa hewayî ya di dawiya meha Gulanê ya li Sûriyeyê de hatiye kuştin.