Print this page

Vegera Kobaniyan berdewame

Rojava News: Kobanê piştî ku hate rizgarkirin, her roj hejmara mirovên li kolanên bajar digerin zêde dibin. Rayedaran diyar kirin ku piştî bajar hate rizgarkirin, hezar û 470 malbat, 2 hezar û 390 ciwan vegeriyan Kobanê.

 

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li bajar pêdiviyên wekî xwarin, cih, elektrîk, av û binesaziyê ji derve tên bicihanîn. Lİ bajar roj bi roj hejmara welatiyên sivîl zêde dibin, lê li aliyê din li kolanên bajar topên hewanê yên neteqiyane û mayîn ji bo sivîl û zarokan dibe xetereyeke mezin.  Pêdiviyên welatiyên ku vedigerin ji aliyê rêxistinên Kurdistanî  ve tên bicihanîn.

 

Vegerên Kobanê li Deriyê Sînor ê Serxetê ji aliyê rayedaran ve tên qeydkirin. Rayedarên ku derbarê vegeran de agahî dan diyar kirin ku ji 26’ê çileyê heta niha hezar û 470 malbat vegeriyane. Li gorî agahiyên ji komîteya alîkariyê hatine girtin, hezar û 470 malbat vegeriyane û ji malbatên vegeriyan 940 malbat li rojhilatê bajar, 303 malbat li başûrê bajar û 227 malbat jî li rojavayê başûr hatine bicihkirin. Rayedarar dan zanîn ku 2 hezar û 390 ciwan jî ji deriyê sînor derbasî Kobanê bûne, ji bo înşakirina Kobanê veger jî didomin.