Print this page

Hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê operasyoneke mezin lidarxistin!

14:03:26

 

Rojava News: Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê îro berê sibehê li başûrê Kerkûkê operasyoneke mezin li dar xistin.

Li başûrê bajarê Kerkûkê di operasyona hevpar a hêzên Pêşmerge û asayîşa Kurdistanê de 20 gumanbar hatin binçavkirin, gelek wesayît û motorsikletên bê belge hatin desteserkirin. Li gorî çavkaniyan di operasyonê de bombe û teqemenî jî hatiye girtin.

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê Rêvebirê Polîsên Qeza û Nehiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir got: "Li navçeya Dubiz û bajarokê Yaycî seet li 04.00ê sibehê operasyoneke berfereh hat destpêkirin."

Serhed Qadir da zanîn ku di operasyonê de 20 kesên gumanbarên DAIŞê hatine binçavkirin. Herwiha dest danîne ser çend otomobîl û 10 motorên bê belge û hejmareke bombe û alavên teqemeniyê.

Di 18ê Tîrmehê de komeke terorîstên DAIŞî êrişê gundê Çirax a Dûbizê kiribûn û di encamê de 5 kes kuştibûn ku yek ji wan mûxtarê gund û yê din jî mela bû.