Print this page

Rewşa tenduristî ya serkirdeyekî PDK-Sê di girtîgihên PYD de xirab e

1:18:37 PM

RojavaNews: Rewşa tenduristî ya Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Apo di girtîgehên PYD de xirabe.

Jêderekî ji rojavaNews ragihand ku, Rewşa tenduristî ya Endamê Komîta Navendî yê PDK-Sê xirabe  û pêwîstiya wî bi veguhastina bo nexweşxaneyê heye.

Serkirdeyê PDK-Sê Ebdilrehman Apo roja 12 vê mehê ji aliyê PYD ve hate  binçavkirin.