13:57:29
Rojava News: Ji destpêka werzê Havînê ve kirîza elekterîkê li bajarê Qamişlo dest pê kiriye û elekterîka hikûmetê di nava 24 demjimêran de tenê yek dimjimêrê ji welatiyan re tê berdan.
Welatî elekterîka jenatoran (muwelîdeyan) bikar tînin û her yek ampêrê bi 1200 (2,5 dolar) Lîreyên Sûriyê dikirin.
Kirîza elektirîkê li bajarê Qamişloyê di destpêka werzê havînê de careka din destpê kiriye,di nava 24 demjimêran de tenê yek demjimêrê elekterîk ji welatiyan re tê peyda kirin.
Li gor hatiye zanîn bi piştgîriya Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê li Qamişloyê elekterîka muwelîdeyên mezin têne bikaranîn. 8 demjimêran elekterîka miwelîdeyan ji welatiyan re tê peyda kirin,her ampêrek bi 1200 lîrê sûrî tê firotin, lê gelek caran ew muwelîde têk diçin.
Ji ber nebûna elekterîka hikûmetê li Qamişloyê, bi şevê tenê lampeyên malan yên li ser ampêran kar dikin ,şewqê didin, piştî 12 şevê ew şewq jî namîne.
Çareseriya yedek ji elekterîka hikûmetê re elekterîka jeneratoran e, lê jenerator bi xwe jî têk diçin û çareseriyek ji wan re jî pêwîst e. Pileyên bilind ji germahiya havînê, gelek ji wan jeneratoran têk dane,û bi vî awayî kirîza elekterîkê li Qamişloyê û piraniya Cezîra Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.