12:26:34
Rojava News: Rêveberê Koma Qeyranên Navdewletî Joost Hiltermann derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihand ku cudahiyeke cidî di navbera encamên referandûma vê carê li gel referandûma 2005ê nabe. Hiltermann, "zexmbûna dewletên Tirkiye û Îranê astengiya sereke li hember avabûna dewletekî kurdî ne.
Di hevpeyvînekê de li gel medyaya amerîkî Rêveberê Koma Qeyranên Navdewletî Joost Hiltermann got: "Ti ferqeke cidî di navbera encamên referandûma vê carê û ya sala 2005ê çênabe. Wate kurd dê bêjin erê. Ev yek eşkere ye, ku her çi dibe bila bibe, kurdan ji dil serxwebûn divê."
Hiltermann destnîşan kir ku encamên vê referandûmê, di dema danûstandinên li gel Bexdayê de, dê zêdetir desthilatê ji bo serxwebûnê bide Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Derbarê ragihandina dema ragihandina dewleta kurdî de jî Hiltermann di wê baweriyê de ye ku "serxwebûn di demekê nêzîk de nabe."
Joost Hiltermann teqez bi wê yekê kir ku di dîrokê de ti caran şert û merc weke ya îro guncaw nebûne da ku kurd bigihin serxwebûnê û wiha pê de çû: "Niha Iraq pir lawaz e. herwiha Sûriye jî di nava şerekê bi xwîn de ye. Lê Tirkiye û Îran li ser piyên xwe sekinîne. Ev yek jî li hember serxwebûna Kurdistanê astengiyeke herî serekeye. Heta ev herdu dewlete weke niha bimînin, kurd nikarin serbixwe bin. Ji ber ku ev herdu dewlet serxwebûna kurdên Iraqê li ser ewlekariya xwe ya navxweyî weke asteng dibînin. Ji ber ku hejmareke zêde ya kurdan li van herdu welatan dijîn."