Print this page

Partiyên Kurdistanê li ser hemû mijaran li hev kirin

14:07:54

 

Rojava News: Li gorî daxuyaniya Berdevekê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mihemed Mehmûd wan ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser hemû mijara li hev kirine.

Heyeta Polîtburoya PDK û YNKê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civiyan û bi gotina beşdarên hevdîtinê civîn baş û berhemdar bûye.

PDK û YNKê li ser giştpirsiyê û karkirina bê merc a parlementoyê bi taybetî gotûbêjkirine. Heyeta YNKê derbarê encamên serdana xwe bo Tehranê ji polîtburoya PDKê re gotiye, Îran ne bi referandumê re ye, lê berpirsên Îranê gotine ji ber siyaseta Bexdayê, Herêma Kurdistanê hatiye neçarkirin ku biryara referandumê bide.

Mihemed Mehmûd di axaftina xwe de got: Ti pirsgirêk nema ku PDK û YNK li ser li hev nekiriye û her tişt bi dawî bûye. Herwiha Berdevkê PDKê dixwaze, ku Tevgera Goran, bê merc beşdarî aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê bibe, da ku ev nakokî bidawî bibin û rewş jî normal bibe.