15:02:33
Rojava News: li Hesekê ji ber nebûna elektirîk ziyaneke mezin gihaye karê pîşesaziyê û karê pîşesazan gelek kêm buye.
Li bajarê Hesekê ji ber ku elketrîk Hikûmetê peyda nabe xwediyên pîşeyan dibêjin ku ziyaneke mezin li karê wan ketiye, bi gotina pîşesazekî ji sedî 75 karê wan li gorî berhemê berê kêm bûye.
Li gor ku pîşesazan Hesekê dibêjin: Hemû astengiyên wan ji ber nebûna elektrîke ye.
Ji ber ku elektrîka hikumî tunneye jeneratoran bikartînin, lê mixabin bihabûna mazotê jî li ser rêjeya berhemê bandor dike.
Mazot jî bihayê ji ber wê yekê karê ku berê dikin niha nikarin bikin rêje dadikevê ji sedî 25ê.
Hinek pîşesaz jî şiyanên wan tune ne ku jeneratoran elektirîkê yên taybet bi karbînin.
Li Hesekê ji ber wan bandorên ne erenî li ser pişesaziyê, welati jî nikarin gelek pêvistiyê xwe bicîh bênin, an jî pisrgirêkê xwe yê wek tamîrê çareser bikin.