15:26:39
Rojava News: Kurdên êzdî biryar dane her kesê ku li ser cihê jinên kurdên êzidî yên revandî zanyariyekê bide dê bi milyonek dînar (derdora 800 dolaran) were xelatkirin. Heta niha bi vê rêyê 8 kurdên êzidî hatine rizgarkirin.
Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehî ve ji hefteya borî heta niha 50 kurdên êzdî hatin rizgarkirin û beşek ji wan rizgarkiriyan bi rêya bangewaziya endamên encumena parêzgehê hatin dîtin. Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê yê li Encumena Parêzgeha Neynewa Seydo Şingalî ragihand ku ew weke kurdên êzdî ji bo revandiyan çi ji destê wan tê dikin.
Seydo Şingalî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Beşek ji wan kurdên êzdî ku hatibûn revandin, bi temamî ji nasnavê xwe yê êzdîtiyê hatine dûrxistin, nav û ola wan hatine guhertine û mejiyên wan hatine şûştin. Em çar endamên êzdî yên li Encumena Parêzgeha Mûsilê, li gel Ofîsa Rizgarkirinê ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemahengiyê de ne. Ji bo dîtina xizmên me, em alîkariyên maddî pêşkêş dikin. Niha eger kesekî agahiyek bide me û ew agahiya ku daye, bibe sedema dîtin û rizgarkirina kesek, milyonek dînar (derdora 800 dolaran) em xelat didin." Şingalî herwiha eşkere kir, ku heta niha 8 kes bi vê rêyê hatine rizgarkirin."