11:57:52
Rojava News: Artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yê bi ser arteşa azad a Sûriyê dîsa gelek deverên Şehba dane ber topbaranê.
Arteşa azad a Sûriyê ya bi ser dijbereyê îro ji gundê Kilcibrînê dest bi topbarana gundên Eyn Deqnê û Minx ên Şehbayê kirin.
Di topbaranê de çekên giran yê wek Hawanê bi kar anîn.
Li gor hin zanyariyan ta niha jî topbarana ku ji aliyê leşkerên Tirk û çekdarên dijbereyê ve tê meşandin didome.