12:13:18
Rojava News: Artêşa Turkiyê bi çekên giran yê wek doşka gundê Qermîtliq a bi ser Efrînê ve gulê baran kir.
Leşkerên Turkiyê yê ku li ser sînor bi cîh bûne dohî piştî nîvro gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê ya Efrînê bi çekên giran gulebaran kirin.
Di gulebarana bi ser gundê Qermîtliqê de cangorî nebûn lê ziyanên madî giha zevîyên û malên gundiyan.
Berî niha jî dema ku Artêşa Turkiyê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de diwarê sînorî li heman gundî avakir gelek dar û zevîyên gundiyan şewitandin.