Print this page

Îsraîl: Serxwebûna Kurdistanê mafê kurdan ê û wê aramiyê bîne Rojhilata Navîn

12:27:06

 

Rojava News: Balyozê Îsraîlê yê li Vatîkanê Sahyoun Afrudî piştgirî da serxwebûna Kurdistanê û ragihand ku dewletbûn mafê kurdan ên hêrî xwezayî ye.

Balyozê Îsraîlê yê li Vatîkanê Sahyoun Afrudî piştgirî da serxwebûna Kurdistanê û got: "Li gorî hikûmeta Îsraîlê ragihandina serxwebûna Kurdistanê mafê xwezayî yê kurdan e.

Sahyoun Afrudî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji aliyê sazî û dezgehên herî bilind ên hikûmeta Îsraîlê ve tê nirxandin, lewma piştgiriya hikûmeta Îsraîlê ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê tenê ne bi devkî ye, helwesteke fermî ye."

Afrudî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî hikûmeta Îsraîl, parlamento, partiyên siyasî û gelê yahudî ragihandina serxwebûna Kurdistanê mafekî xwezayî yê gelê kurd e û dê aştî û aramiyê bîne Rojhilata Navîn."