Print this page

Qamişlo di salvegera êrîşa Xerbiyê de xemgîne!

13:31:13

 

Rojava News: Sala çuyî wek îro li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo êrîşeke xwekujî pêk hat û di encamê de gelek kurdê sivîl şehîd û birîndar bûn.

Herweha gelek ziyanên madî di mal û milkên sivîlan de pêk hat.

27′ê Tîrmeha sala 2016′an demjimêr li 09.25 xulekan de teqîneke mezin bi reya xwekujê DAİŞê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo pêk hat û di encamê de du avahî bi temamî bi ser welatiyan de ruxiya.

Encama teqîna xwekujiya DAİŞ ya li taxa Xerbi ya Qamişlo yê de 58 sivîl, şehîd bûn û 177 kes jî birîndar bûn.

Qamişlo ji dema teqînê ta îro hewla pêçandina birînê xwe dike  û îro Qamişlo careke din xemgîne.