Print this page

Qamişlo: Di bîranîna salvegera teqînê de nakokî derketin!

14:01:34

 

Rojava News: Li bajarê Qamişlo li cihê bîranîna teqîna wî bajarî, di yekem bîranîna teqîna wî bajarî de aliyên siyasî û malbatên şedhîdan li çar aliyên cûda li heman cihî ev roj vejandin.

Bavê şehîdekî dilgiraniya xwe nîşan dide û dibêje, tevî ku salek derbas bûye, lê ta niha encamên lêkolînan nehatine aşkere kirin, herwiha dayika şehîdekî jî dibêje, ku ew tu carî nikarin roja teqînê ji bîr bikin.

Di yekem bîranîna teqîna Qamişlo de jî, nakokiyên siyasî derketin hole, li cihê bîranînê, alîgirên PYDê siloganên tûnd li dijî ENKSê avêtin, nivîskarek jî dibêje, êşên Kurdan nikarîn wan bigihînin hev.

Malbatên şehîdan, bi bilindkirina Ala Kurdistanê û pêxistina mûman şehîdên xwe bibîr anîn, Diya şehîd Mihemed Bedriya Osman bi dilekî pir şewat behsa roja teqînê kir.

Nivîskarê kurd Dilawerê Zingî jî bi xembarî got, êşa kurdan nikarîbû wan bigihîne hev.

Malbatên şehîdan ji dîmenên tometbarkirina siyasî û sloganên tûnd dilgiran in û eşkere dikin, ku ti aliyekî siyasî pirsa wan nekiriye, lê tenê li cihê bûyer, xwîna zarokên wan ji bo mebestên hizbî bikar tînin.

Sibeha Çarşemê 27ê Têrmeha 2016ê, demjimêr 09.18ê, teqînek li bajarê Qamişlo qewimî bû. Di encamê de 62 şehîd bibûn û 176 kes jî birîndar bibûn.