2:38:59 PM
RojavaNews: Di kêmtirî du salan de Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Baskê Sûriyê yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 695 kesên ku bi tuhmetên danûstandin û endametiya DAIŞê girtî bûn, serbest berdane.
Ev yek di demekê de ye, ku destên ku çekdarên DAIŞê bi xwîna mirovên bêguneh bûne û heta niha bi dehan komkujî li dijî Kurdan encam dane, bêyî ku navê kesekî aşkere bike ku li pişt wan komkujiyan e.
Herwiha azadkirina van tuhmetbar û bergûmanên DAIŞê di demekê de ye, ku bi dehan siyasetmenda, çalakvan û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên bi yekrêzî û mafên netewî yên Kurd bang dikin, di zîndanên PYDê de girtî ne.
Ji aliyekî din ve, tê zanîn ku hîn bi dehan ji welatiyên Kurd li cem DAIŞê revandî ne.
Li gor amarên malpera “Rojava News” di navbera 5ê Cotmeha 2015an û 27ê Tîrmeha 2017an de, PYD 695 kesên bi endametî û danûstandina bi DAIŞê li Minbic, Girê Spî, Tebqa û Eyn Îsayê binçav kirine, serbest berdan.
Li jêr cih û hejmara kesên ku bi endametî û danûstandina bi DAIŞê yên ji alîyê PYDê ve hatine azadkirin belav dikin, ku ev amar hemû malperên nêzîkî PYDê ne hatine birin.
- 5 Cotmeha 2015an: Li Girê Spî 44 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 11 Mijdara 2015: Li Girê Spî bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 25 Tebaxa 2016an: Li Minbicê 143 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 2 Mijdara 2016an: Li Minbicê bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 16 Adara 2017an: Li Girê Spî 19 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 2 Nîsana 2017an: Li Minbicê 25 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 22 Gulana 2017an: Li Minbicê 41 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 4 Hezîrana 2017an: Li Minbicê 24 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 23 Hezîrana 2017an: Li Minbicê 83 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 23 Hezîrana 2017an: Li Eyn Îsa 111 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 25 Hezîrana 2017an: Hevdem ligel komkujiya Kobanê li Girê Spî 7 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 25 Hezîrana 2017an: Hevdem ligel komkjiya Kobanê li Tebqayê 40 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
- 27 Tîrmeha 2017an: li Tebqayê 52 bergûmanên DAIŞê hatin azadkirin.
Li gor ku ajansên nêzîkî PYDê belav kirine, hemû proseyên lêborî û azadkirina wan tuhmetbar û bergûmanan bi navbênkariya encûmenên xwecihî û rîsipiyên eşîreyan bûne, ku ya dawiyê di 27 vê mehê de bû û li ser daxwaza Encûmena Sivî a Tebqayê 52 tumetbar di merasîmekê de hatin azadkirin.
Herwiha endama Rêveberiya Asayişa Tebqayê Kefaa Sincar jî ragihandibû ku, “Di rojên bê de gelek nûçeyên baş bi xwe re tîne.”