Print this page

Barzanî vegeriya Kurdistanê

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Ewropayê vegeriya Kurdistanê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî serdana xwe ya Ewropayê îro danê êvarê vegeriya û li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hat pêşwazîkirin.

 

Barzanî ji roja 5ê Sibata îsal ve çûbû Ewropayê. Roja 6ê mehê heta 8ê mehê tevlî civîna ewlehiyê ya Mûnîxê bû û li wir bi hinek serok û rayedarên cîhanê re hevdîtin kir, paşê derbasî Fransa û Nemsayê bû û bi serokên wan welatan re hevdîtin pêk anî.