Print this page

Nûrî Birîmo: PYDê bi van hilbijartinan dixwaze xwe li ser Rojava ferz bike!

14:25:54

 

Rojava News:Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê Nûrî Birîmo di derbarê biryara hilbijartinê de ragihand ku: “Em weke partiyên nav Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beşdarî van hilbijartinan nabin. Ji ber ku ne şerhî ne. PYDê bi zora hêzê xwe bi ser gelê Rojavayê Kurdistanê de sepandiye, xwe ferz kiriye. Niha bi van hilbijartinan jî dixwaze vê ferzkirina xwe rewa bike.”

Brîmo herweha got: “Bi hezaran kes penaber bûn, Efrîn hatiye dorpêçkirin. Çawa hilbijartin tên kirin? Li Cezîre hejmara ereban zêde bûye. Ev hilbijartin dê çawa birêve biçin, dê kî çavdêriya hilbijartinan bike?”

PYDe û dezgehên bi ser wê biryara hilbijartinê ji bo 3 heremê Rojavayê Kurdistanê dan. Li gor heman biryara ku ji aliyê PYDê ve hatiye girtin dê “ji bo civakên herêmî di mehên havînî de, ji bo birêveberên şûnwarên mezintir jî di meha mijdarê û ji bo hemû herêmê jî di meha çîle de wê hilbijartin werin lidarxistin."