14:53:32
Rojava News: Ji sala çuyî de Projeya bi nave Hopes a Derfetên Xwendinê, alîkariya penaberên Sûriyê li Tirkiyê, Urdin, Libnanê û Iraqê dike ku bikaribin xwendina xwe berdewam bikin.
Sala derbasbûyî, 200 xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ji Projeya Hopes a Derfetên Xwendinê sûdmend bûn, her xwendekarekê derdora 280 dolar mehane werdigirtin. Niha jî heman projeyê dest pê kiriye.
Projeya Hopes ku alîkariya penaberên Sûriyê dike, vê carê bi riya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratîk ên Kurdistanî li Rojava alîkariyên madî pêşkêşî xwendevanên penaber ên Rojavayê Kurdistanê dike.
Projeya Hopes bi alîkariya 4 rêxistinên cuda birêve diçe. Ew rêxistin jî li ser çar welatan belav dibin ku ew jî Almanya, Holenda, Fransa û Brîtanya ne. Lewma ne zehmet e ku karibin wek nimûne xerciya xwendevaneke mîna Şoreşê li stûyê xwe bigirin ku dikare dikare mehane debara xwe bi 150 dolaran bike.