Print this page

Barzanî: Xelkê Kurdistanê di 25ê Îlonê de biryara xwe dide!

10:58:57

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  doh duşemê di merasîma salvegera 34emîn a Enfalkirina Barzaniyan de ji aliyê rêjîma Beis ve ragehand ku, berî 24 salan û di rojeka weke ya îro de rejîma Bees 8 hezar Kurd bi zindî veşartin tenê gunehê wan ewbû  ku, Kurdin û Barzanî bûn.

Barzanî di gotara xwe de got ku, bi navê we û bi navê xwe sipasiya xelkê Hewlêrê û derdora wê weke Şeqlawe, Herîr, Dolî, Batas, Diyana, Balakayetî û Sîdekan û hemû navçeyên din kir ku, di rojên zehmet de alîkarî bo derbaskirina Barzanyan kirin, ti caran jibîr nakin û ew yeke deyne li stoyê me em deyndarê wane.

Ev jî deqa gotara Serokê Herma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye:

Bi navê  xwedê yê mezin û dilovan

Mêvanê Birêz

Amadebûyên birêz bi xêre û ser çavan hatîn

Îro ligel we salvegera rojeke pir bi êş û azar vedigerînin, ku berî 34 salan û di rojeke wek îro de rêjîma Beis heşt hezar kes yên bêguneh birin beyabana başûrê Iraqê û hemû bi zindî xistin gorê û komkujî bi ser wan de kirin. ti guneha wan tune bû, tenê guneha wan Kurd bûn û Barzanî bûn.

Heşt hezar kes, ji zarokên 12 salî ve û ta kesên bi temenê 90 salî, hemû birin beyabana Semawa û bê serûşûn kirin û piraniya wan heta niha termên wan nehatine dîtin. Heta niha tenê termê 800 welatiyan hatine dîtin û bo cihê bav û bapîrên xwe hatin veguhastin.

 

Di hemû Kurdistanê de ku Enfal lê hatiye kirin, mixabin ji koma 180 hezaran heta niha tenê karîn termên 3 hezar kesî bînin. Sozê didin kesûkarên hemûyan, ke her hewlekê didin bo termên wan bînin bo cih û warê bav û bapîran.

Ev ne yekem car e ev karesat bi ser Barzaniyan ve hatiye û lê hêvîdar im ya dawiyê be, li ser Barzaniyan û tevahiya xelkê Kurdistanê.

Di salên bîstan û sîhan de gundên Barzan ketin ber êrîşa firokeyan û bo yekem car bombeya teqîner bikar hat û gelek xelk bûne qurbanî û şehîd bûn, ji ber wê demê xelkê nedizanî ku firoke çi ye, ta bizane ku teqîn çi ye û xwe jê biparêze.

Yekem car gundê Barzan gundê Barzan di sala 1892an de hat şewitandin û her ta îro 16 caran hatiye şewitandin, jib o me cihê şanaziyeke mezin e ku Barzaniyan ti carî serê xwe ji stemkaran re danexistine.