Print this page

Êzidî ji kampa Mîdyadê tên derxistin

12:08:56

 

Rojava News: Rêveberiya Kampa Penaberan ya Mîdyadê, hin Êzdî ji kampê derxistin û bo 200 kesan jî 3 roj molet dan ku ji kampê derkevin.

Êzdiyên ku ji komkujiya DAIŞê reviyabûn û li Mîdyada hatibûn bicîhkirin, bi tengezariyan re rûbirû dimînin. Rêveberiya Rewşa Lezgîn ya Tirkiyê (AFAD), ji 40 malbatên Êzdî xwastin ku di nav sê rojan de kampê vala bikin û 6 kes jî ji kampê derxistin.

Êzdiyên ku agahî daye rojnameya Dîwarê, dibêjin, ew wek mexdûrên şer li vê derê ne û yasayî ne, lê bêyî ku hincet bê nîşandayîn û agahî bê dayîn, konên wan hatine hilweşandin. Ji wan re hatiye gotin, hema hun diçin ku derê herin. Êzdî dibêjin mercên vegera wan nîne û neçar mane û ji niha ve zivistanê difikrin.