6:48:41 PM
RojavaNews:Rêveberiya Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYDê nirxê nan li bajarê Efrînê buha kir, û vê yekê nerazîbûneke mezin di nav welatiyan de peyda kir, û hinan ji wan ji mere got, ku ev biryar çewt e û PYDê qet li rewşa xelkê napirse.
Çalakvan Elî Zeyno ji me re ragihand, ku rêveberiya PYDê li Efrînê nirxê kîlok nan ji 100 l.s kir 125 Lîre bê ku li rewşa abûrî ya xerab bipirse, û tekez kir ku xelkên Efrînê nerazîbûna xwe didin diyarkirin ji ber ku barê wan girantir dibe, û buhabûna pêdiviyên jiyanê û tinebûna kar rewşa wan aloz dike .
Ji aliyê xwe ve, Mihemed Seydo yek ji xelkên Efrînê ye ji mere diyar kir ku biryara buhabûna nirxê nan şaş e , ji ber ew gav alîkariya xelkê Efrînê nake
Herwiha Seydo bal kişand, ku biryara rêveberiya PYDê ne li gorî berjewendiyên miletê Efrînê ye û tenê PYDe alîkariyê ji xelkê dixwaze.
Di dawiya gotina xwe de, Seydo got:“Ku pêwîste rêveberiya PYDê nirxê nan vegerîne weke berê û biryarên ji bo berjewendiyên xelkê bidin û derfetên kar peyda bikin”.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Hevbendiyê.