Rojava News: Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihand, her dem Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştevaniya xelkê Sûriyê kiriye û di demeke nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê dikin.
Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Riyaz Sêf ji K24ê re ragihand, wek Îtîlafê di bernema me de ye ku serdana Herêma Kurdistanê û birêz Serok Barzanî bikin û divê bû ku wî zûtir ev serdanê kiriba.
Riyaz Sêf got jî: “Dîtina Barzanî ji min re girîng û taybetiya xwe heye. berê jî ligel birêz Barzanî hevdîtin kiriye, di baweriya min de Barzanî dostê gelê Sûriyê û dostê hêz û aliyên opozîsyona Sûriyê ye û Barzanî di her demekê de piştgîriya gelê Sûriyê kiriye.”
Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê amaje bi wê da, “Di çarçova serdana min ji Hewlêrê re ligel Serokê Herêma Kurdistanê dicivin û çend dosyên girîng hene ligel Birêz Barzanî guftûgo dikin.”
Riyaz Sêf aşkere kir jî, ku pirsên pêwendiyên dahatû ya di navbera Kurd û Ereb, çareserkirina pirsgirên Sûriyê û rewşa ewlehiya navçê, di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê de guftûgo dike. Ji ber ku ew dibîne ku Serok Barzanî kesayetiya girîng a navçê ye û helwesta wî jî girîng e.