Print this page

Hêzeke PKKê êrîş kir ser Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Şingalê!

13:53:39

 

Rojava News:Îro 03.08.2017ê hêzeke girêdayî bi PKKê ve serê sibê êrîş kir ser ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Şingalê û hewl da ala Kurdistanê bîne xwar û ji ber vê yekê jî hêzeke asayîşê geheşte çiyayê Şingalê.

Vê derbarê de berpirseke asayîşê li pêş Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji K24ê re ragehand, gelek car êrîş û kiryarên waha ji aliyê hin hêzan ve pêktê, em wî tiştî qebûl nakin. ‘’Eger ew dilsozê kurdîniyê ne, cîhê wan diyare, divê li çiyayê Şingalê ala Kurdistanê bilind bimîne.

Herwaha vê derbarê de yek ji kesên olî yê tirbeya şerfedîn de merasîmên olî pêktîne Şêx Îsmaîl ragehand: ‘’Îro salvegera rojeke reş e û ferman li ser Kurdên êzdî de hat, daxwaza me ew e Şingal Şingala êzdiyane û em birakujiyê qebûl nakin. Em pir spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku alîkariya hemû xelkê dike, em daxwaz ji PKKê dikin ku ziyanê negehîne vê dezgehê’’