13:54:49
Rojava News: Li Rojhilatê Kurdistanê 6 welatiyên Kurd di dema melevaniyê de xeniqîn.
Çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê ve ragihandin, ku roja înê 4ê Tebaxa 2017ê li her du bajarên Bane ya ser bi parêzgeha Sine û Bokan a ser bi parêzgeha Urmiyê ve, 6 kes xeniqîne.
Li gorî zanyariyan, li bajarê Bane ya Sineyê 4 welatiyên Kurd di dema melevanîkirina di Bendava Kêlê de xeniqîn. Ji wan 4 kesan, zilamekî 41 salî tevî kurê xwe yê 10 salî bûne.
Herwiha 2 kesên din jî du kurekî 10 salî û keçeke 15 salî bûne, ku ew jî xizmên heman zilamê 41 salî yê xeniqî ne.
Herwiha li bajarê Bokan a Urmiyê jî li nêzîkî Bendava Bokanê û li ser Çemê Sarîqamîş, 2 welatiyên din ên Kurd xeniqîne.
Li gorî agahiyan, ew welatî tevî malbatên xwe bo derbaskirina roja xwe ya bêhnvedanê û herwiha derbaskirina demek xweş di nava xwezayê de, çûbûne melavaniya di nava Bendava Kêlê û Çemê Sarîqamîş.
Bendava Kêlê di navbera gundên Kêlê, Nenûr û Hengejal de ye, ku li 15 kîlometriya bajarê Baneyê ye û hêj karê çêkirina wê bi dawî nebûye û xebatên çêkirina wê bendavê hêj berdewam in. Herwiha hêj bi temamî dest bi komkirina ava pişt bendavê jî nehatiye kirin.