Print this page

Xwandekarê Qamişlo li dijî biryara Rêveberiya Xweser derketin

13:22:29

 

Rojava News: Li bajarê Qamişlo, xwandekar li dijî biryareke Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê xwepêşandanek saz kirin.

Rêveberiya Xweser a bi ser PYDê, îsal biryar dabû ku hemû peymangehên taybet bêne girtin.

Li dijî wê biryara Rêveberiya Xweser bi ser PYDê, xwandekarên nerazî xwepêşandan kirin û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Xwendekarên nerazî tevî malbatên xwe bi girseyî daketin kolanan û bi bilindkirina pankartan û gotina siloganan, nerazîbûn a xwe nîşan dan.

Herwiha xwandekaran di wê xwepêşandana xwe de daxwaza xwe jî anîn ziman û ji Rêveberiya Xweser xwastin ya PYDê, ku wan ji xwandinê mehrûm neke û rê bide, ku ew bikarin xwendina xwe berdewam bikin.

Xwendekarên nerazî diyar kirin, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) alîgirên xwe li hember wan derxistin kolanan û  gef li wan xwarin