13:34:41
Rojava News: Ji ber teqîna bombeyek çandî ya li navçeyên sînorê devera ‘’Zêrê Zer’’ li sînorê bajarokê Batûfa yê ser bi bajarê Zaxo çend leşkerek artêşa Tirkiyê birîndar bûn.
Rêveberê bajarokê Batûfa Mihemed Hesen ji BasNewsê re ragehand, îro 07.08.2017ê demjimêr 09:00ê serê sibê li devera ‘’Zêrê Zer’’ a li sînorê Batûfayê, bombeyek çandî di wesayîtek artêşa Tirkiyê de teqiyaye û di encamê de çend leşkerên Tirkiyê birîndar bûne’’
Herwaha diyar kir, bombe wek paşmayê mayînên serdema rejîma Beis de hatî çandine û heta naha li herêmê maye û got: ‘’Ew dever navçeyek sînorî yê di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye û car car leşkerên Tirkiyê ji wê derê ve hatûçûnê dikin.’’
Rêveberê bajarokê Batûfa diyar kir wan tîmeke lezgîn a tenduristî û polîs û asayîş rêkirine cîhê bûyerê û pêdaçûn û lêkolîn vê derbarê de dikin.
Herwaha got: ‘’Wê tîmê birîndar rêkirine nexwaşxaneyê û piştra zanyariyên bi hûrgilî emê aşkera bikin.’’