Print this page

Barzanî û şanda Amerîkî li ser standina Mûsilê axivîn

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî-siyasî ya amerîkî kir. Di civînê de behsa çawaniya girtina Mûsilê hat kirin.

 

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî û siyasî ya amerîkî kir.

 

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de fermandeyê operasyonên taybet ê artêşa Amerîkayê kêfxweşiya xwe li hember mêrxasî û serkeftina Pêşmerge di şerê DAIŞê de anî ziman.

 

Li gorî nûçeyê, wî fermandeyê artêşa Amerîkayê behsa hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên hevpeyman kir û wiha got: “Ev hemahengî bi xwe re encamên baş anîne. Emê di demên pêş de jî bi hev re gavan bavêjin.”

 

Wî rayedarê leşkerî yê Amerîka diyar kir ku artêşa Amerîkayê heta ji dest bê dê alîkariya Pêşmerge bike.

 

Her wiha hat gotin ku Barzanî jî spasiya Amerîka û hêzên hevpeyman kiriye ji ber alîkarîkirina Pêşmerge di şerê DAIŞê de û êrişên asimanî yên li dijî DAIŞê jî bi bandor nirxandiye.

 

Barzanî her wiha gotiye ku teror û şerê DAIŞê li dijî hemû hêz û kesekî tehdîd e û ti kes nikare xwe ji vî şerî û xeterên wî dûr bigire.

 

Serokê Herêma Kurdistanê aniye ziman ku divê li kêleka şerê leşkerî, li dijî DAIŞê şerê hizrî jî were kirin, her wiha çavkaniyên wê yên darayî bên zuhakirin û hatinçûna wan di navbera welatan de were astengkirin.