13:24:26
Rojava News: Li ser sînorê Eyn Xedra yê girêdayî bajarê Dêrikê welatiyekî ereb bi işkenceya leşkerê Tirk hate kuştin.
Ciwanê ereb ê bi navê Hemûd Xelef El-Elî (21), çend roj berê dema hewl da ji Bakurê Kurdistanê vegere Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê li hemberî gundê Til Darî ya herêma Dêrikê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate girtin û işkencekirin. Di encama işkenceya leşkerên Tirk Hemûd Xelef El-Elî (21) jiyana xwe ji dest da.
Ji ber ku leşkerê Tirk derdora termê Elî gulebaran dikirin gundî nekaribûn xwe nêzîkî wî bikin, malbata Elî jî piştî hefteye ke termê kurê xwe kariyan bibin.