12:33:50
Rojava News: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku em rê nadin rêxistina Heşdî Şebî derbasî axa Kurdistanê bibe û ji biryara referandumê veger tuneye.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya AL-Heyatê de got: "Armanca referanduma serxwebûna Kurdistanê ev e ku kurd ji karesat û ji şerên nû werin parastin. Em ji biryara referandumê venagerin."
Mesûd Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Heke rêxistina Heşdî Şebî beşdarî operasyona kontrolkirina Telaferê bibe, metirsî heye ku çalakiyên operasyonên tolhildanê bêne kirin. Erkê Artêşa Iraqê ye ku wan navçeyan azad bike. Ti pirsgirêkên me ligel Heşdî Şebî nînin, lê bêguman em nahêlin ew hêz derbasî Kurdistanê bibe."
Barzanî di dirêjiya hevpeyvîna xwe ya ji bo Kerkûkê de jî got: "Em naxwazin li ti deveran rûbirûyî tu kesî bibin, em dixwazin Kerkûkê bikin mînakeke bihevrejiyana neteweyî, olî û mezhebî. Gelê kurd di sedsala derbasbûyî de ji bo parastina hebûna xwe qurbaniyên mezin dan. Niha Kurdistan bihêztir e û rêxistina terorîst a mezin têk bir. Bi van berdêlan dikare parastina civaka navdewletî jî bike."